Girê Spî ... Welatiyek bi guleyê Cendirmeyên Turkiyê hate kuştin
PDK-S: Jêderên xwechî ragehandin, ku welatiyekî Girê Spî bû qurbaniya guleyên cendirmeyên Tirkiyê û yeke din birîndarbû.
Jêderên xwechî ji Rojavayê Kurdistanê ragehandin, ku cendirmeyên Tirkiya li ser sînorê Girê Spî welatiyê bi navê Hisên Elsixnî yê temen 33 salî , kirine armanc , û jiyana xwe ji dest da , û welatiya bi navê Sosîl Elhemed birîndar bû , û piştî derbasbûna çend demjimêrekê bo nexweşxaneyê hate veguhastin .
Berdewam cendirmeyên Tirkiya welatiyên Rojavayê Kurdistanê dikine armanc , û bi dehan welatî bûne qurbaniya guleyên cendirmeyên Tirkiya .