YNKS Xelata xwe ya salane da nivîskar Bêwar Ibrahîm

YNKS Xelata xwe ya salane da nivîskar Bêwar Ibrahîm

PDK-S: Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê xelata xwe ya vê salê diyarî nivîskar Bêwar Ibrahîm kr.

Îro li ofîsa Yekîtiya Nivîskaran li Qamişlo û bi amadebûna hejmarek nivîskar û rewşenbîr û siyasetmedaran, nivîskar Bêwar Ibrahîm xelata salane ya Yekîtiya Nivîskaran wergirt.

Bêwar Ibrahîm ji dayikbûyê gundê Girbawî yê bi ser Qamşlo sala 1973an e, dîwanek bi erebî û dîwanek bi kurdî û romanek bi kurdî çapkirî hene, serbarî romaneke neçapkirî.

Yekîtiya Nivîskaran xelata xwe ya yekem diyarî helbestvan Ehmedê Şêx Salih û ya duyem diyarî helbestvan Ferhadê Icmo û ya sêyem diyarî Nivîskar Mirwan Berekat kiribû.