Nûnerê Tendirustiya Cîhanî: Ezmûna Kurdistanê cihê serefraziyê ye
PDK-S: Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, duh pêşwaziya Nûnera Emîndarê Giştî yê Netewên Yekgirtî Çênîn Pilasxart kir, herdu aliyan hijmarek mijar gengeşe kirin.
Li gor daxuyaniyekê ji Mesrûr Barzanî: Me pêşwaziya nunera Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî li Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert kir. Di civînê de ku nunerê saziya tendirostiya cîhanî ya li Îraqê Dr, Edhem Îsmaîl jî tê de beşdar bû, derbarê rewşa herêma Kurdistanê û hewlên pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê û tedbîrên taybet yên bo rûbirû bûna Koronayê giftûgo kir.
Tekez kir: Di berdewamiya civînê de me behsa biryara derqanûnî ya birîna para bûdceya herêma Kurdistanê yaku nîveya mûçeya karmendên hikûmeta herêmê ye, ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve kir û tekez li ser vê yekê kir ku ev biryar biryareke siyasî û derqanûniye û zexteke siyasiye li dijî welatiyên herêma Kurdistanê.
Ameje pê kir: Me ev yek da diyarkirin ku her di destpêka destbikar kirina kabîneya 9an ya hikûmeta herêma Kurdistanê, serdana Bexdayê kir û dilxwazî û niyazpaqêjiya xwe bo çareser kirina kêşeyên heyî li ser esasê destûrê diyar kir û bo vê yekê jî me çend pêşniyar bo çareser kirina kêşeyan pêşkêş kir û di encam de di dawiya sala derbazbûyî de her du alî gehêştin bi jihev fêmkirineke baş derbarê petrol û şayisteyên darayî yên herêma Kurdistanê bi awayek ku hikûmeta herêmê 250 hezar bermîl petrol radestî Bexdayê bike û Bexda jî 900 miliyon dolar weke mûçe û şayisteyên darayî bo herêma Kurdistanê bişîne, lê mixabin pişt re rayedarên Bexdayê amade nebûn vê yekê cîhbicîh bikin.
Nîşan da: Di berdewamiya civînê de tekez li ser vê yekê hate kirin ku nabe hikûmeta fedralî babeta mûçe û şayisteyên darayî yên herêma Kurdistanê weke karteke siyasî û ceza kirinê li dijî welatiyên herêmê bikar bîne jiber ku ev yek beruvajî mafên destûrî yên herêmê û li dijî mafên welatiyên herêmê ye.
Diyar jî kir: Di beşeke din ya civînê de me hevkarî û piştgîriya herêma Kurdistan bo ava kirina kabîneya nû li ser esasê hevbeşî û pêbend bûn di destûrê diyar kir.
Di dawiya daxuyaniya xwe de got: Di dirêjahiya civînê de me giftûgo derbarê tedbîr û şîretên rûbirû bûna Koronayê li herêma Kurdistanê de kir û ji aliyê xwe ve nunerê saziya tendirostiya cîhanî ya li Îraqê jiber tedbîrên xwe parêziyê spasiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir û ragihand ku ezmûna herêma Kurdistanê di rûbirû bûna Koronayê de serkeftî û gelek baş bûye û cîhê serfiraziyê ye.