Serokê ENKSê demê Destpêkirina Danûstandinên KURDÎ KURDÎ diyar kir
PDK-S: Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê geşbîniya xwe derbarê serketina danûstandinên Kurdî Kurdî daxuyakirin û tekezî li ser girîngiya yekbûna gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê kir , daku pîlanên li dijî Rojavayê Kurdistanê hatine darêjtin werne jinavbirin.
Siûd Elmela serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê di lêdwaneke taybet de bo ARKê ragehand, ku gelek pîlanên li dijî yekbûna gelê kurd û jinavbirina danûstandinên Kurdî Kurdî hatine darêjtin, ketine warê bicîkirinê de .
Hewreha Siûd Elmela got, ji bo jinavbirina wan pîlanan pêwîste gelê kurd hevbigre , ENKSê bixwe piştê bi yekrêziya gelê kurd girê dide, ji ber gelê kurd jêdera bi hêzbûna ENKSê ye.
Derbarê danûstandinên Kurdî Kurdî serokê ENKSê got, ku ew çaveriya gerentorê danûstandinan dikin, û aliyê Emerîkî ku gerentore ji danûstandinan re bi xweve mijûle û bi taybetî guhartina serokê Emerîka û nêzîkîbûna bihinvedanên Serê Salê.
Siûd Elmela dazanîn, ku di meha Çileya sala nûde ango di meha Yekê ya sala 2021an danûstandinên Kurdî Kurdî wê destipê bikin.