Hunermend û Sazbendê Kurd Mihmed Elî Şakir koça dawî kir

Hunermend û Sazbendê Kurd Mihmed Elî  Şakir koça dawî kir

PDK-S: Îro 24. 12. 2020, stêrek ji stêrên hunera kurdî koca dawî kir.

Hunermend û sazbend û hozan vanê kurd yê mezin Mihemd Elî Şakir li nexweşxaneyekê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê biştî, ku bi nexweşiya Veyrosa Kornayê ket koca xwe ya dawî kir.

Mihmed Elî Şakir ji daykbûyê bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê ye, sala 1946 û bişti re li gel malbata xwe berê xwe dan bajarê Serê Kaniyê û li wir neştecî bû ji malbateke Oldar bû, xwedan dengên zelal di gotin û bêşkêşkirina sirûdên Olî de.

Sazbendê kurd Mihmed Elî Şakir dercûyê zanîngeha Helbê beşê zimanê Engilîzî ye, ku yek ji kaniyên Serê Kaniyê nav lê hatbû kirin, eve dema bihtir 50 salane dest bi karê xwe yê hunerî kiriye, xudanê bihtir ji 300 helbestî ye ji gotin û sazbendiya wîne, û hunermendên kurd jê sitrane, derdora 170 ji helbest û hozanên wî birayê wî hunermend Mihemûd Ezîz Şakir kirine sitran, 30 ji wan jî wî bixwe bi dengê xwe gotiye.

Hunermend û hozan vanê kurd Mihmed Elî Şakir hejmarek mezin ji helbestên Netewî li ser kîmiya barana Helbçe û Enfal û herweha li ser xebatkar têkoşera kurd Leyla Qasim jî nivîsandiye.

Biştî êrîşa Tirkiyê li ser bajarê Serê Kaniyê Mihmed Elî Şakir jî weku hemî wlatiyên bajarê xwe bicih hêla, wberê xwe da bajarê Qamişlo , xewn û hêviya wî ewbû, ku aramî vegere bajarê wî û careke din ew vegera û jiyana xwe li wê de rê berdwam bike.