Rêxistina Ewropa ya PDK-Sê Daxuyaniyek bi helkefta bûrîna 9 salan li ser tîrorkirina şehîd Nesredîn Birhik belav kir

Rêxistina Ewropa ya PDK-Sê Daxuyaniyek bi helkefta bûrîna 9 salan li ser tîrorkirina şehîd Nesredîn Birhik belav kir

PDK-S: Rêxistina Ewropa ya Partiya Demuqrata Kurdistan- Sûriya PDK-Sê, bi helkefta bûrîna neh salan li ser tîrorkirina şehîdê serkirde Nesredîn Birhik endamê Polîtbîroya Partiya Demuqrata Kurdistan- Sûriya PDK-Sê Daxuyaniyek belav kir, evjî deqa Daxuyaniyê ye

- Sibe ,roja Duşemê 22-02-2021 neh sal li ser tîrorkirina Şehîdê serkirde Nesredîn Birhik endamê Polîtbîroya partiya me, Partiya Demuqrata Kurdistan-Sûriya bi pîlaneke hûnayî ji aliyê kirêkarên Rêjêma Bassa Sûrî ve, derbas dibin,ku di roja 13-02-2012 an li bakur û rojavayê bajarokê Çil Axa , Şehîd Nesredîn rastî êrîşeke çekdarî ji aliyê girûpeke tundirew ve hat ku di encamê de bi dijwarî birîndar bu û bo nexweşxaneya Nûr li bajarê Qamişlo hate veguhestin, û piştî çend rojan li bajarê Helebê, li nexweşxaneya Martînî, di 22-02-2012 an de , ji ber birînên xwe yên giran, canê xwe yê pak ji dest da.

Şehîd Nesredîn Birhik di Sala 1960 an ,li gundê Kevrê dena yê girêdayî herêma Dêrika hemko ji dayikbûye .û di binemaleka niştîmanperwe de fêrî hezkirina xak û welat bu, ku li ser rêbaza bavê netewa kurd Barzanî Mustefa xebat di şopsndin . di destpêka xortaniya xwe de tevlî rêzên Partî bu, û piştî xebatek e dirêj û bê rawestan û ji egerên çalakiyên wî yên berçav ,di kongirê sala 1998 an de, weke endamê Komîteya Navendî ya Partî hat hilbijartin, û piştre re bû endamê polîtbîroyê.

Şehîd Nesredîn di pêvejoya xebata xwe de mirovekî wêrek bû, xudanê helwesteke diyar bû, bi mêranî berevanî di ber bawerî û mafê miletê kurd de dikir, nimûneyek ji qehremaniyê bû, xudanê roleke giring û bi bandor li ser astê Partî û tevaya Tevgera Siyasî li Kurdistana Sûriyayê bû ,û bi taybetî di Raperîna Qamişlo de sala 2004 an her wesa li destpêka şoreşa Sûrî sala 2011 an ku serperiştiya hevrêzên xortê xwepêşander di kir ,ku Seba vê yekê bu armanc ji dijminê mirovatiyê re. , hezkerê Rêbaza Pîroz a Kurdewariyê, Rêbaza Barzanî bû, û ji ber vê yekê gelek caran rastî girtin, zîndan, û hewldanên tîrorkirinê dihat û di dawî de, mixabin dijminê rûreş bi beşdariya destekên xwe li deverê, pîlan pêkanîn û karîn jiyana wî bi dawî bikin, bê ku merema wan bi cî bibe, çimkî hezker û sozdarên rêbaza Şehîd Nesredîn wê her xebata wî bişopînin li gorî bawerî û ramanên kurdewriyê , heta cîbicîkirina mafê miletê kurd di welatekî serbixwe û Azad de.

-Hezar silav li rewanê pak ê Şehîd Nesredîn Birhik û tevaya şehîdên rêbaza Kurdewariyê be.
21-02-2021
Rêxistina Ewropa ya Partiya Drmuqrata Kurdistan - Sûriya