Kesayetiya kurdperwer û welatparêz Silêman Hac Ebas koça dawî kir
PDK-S: Roja Duşemê 29 Adara 2021, kesayeteke niştîman perwer û welatparêz koça dawiyê kir .
Xebatkar Silêman Hac Ebas Yûsif ku yek ji kesên yekem yên tevlî Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya bûne, li rojavayê kurdistanê jiyana xwe ji dest da.
Xebatkar Silêman Hac Ebas Yûsif ji ciwanya xwe ve tevlî rêzên partî bûye û heta koçadawiya xwe ji rêbaza Barzaniyê nemir re dilsoz bû.
Xebatkar Silêman Hac Ebas Yûsif jidaykbûyê gundê Lêlên yê Qamişlo sala 1930 ye, û demjimêr dehê sibehê li gundê Hilwa Şêx bi xakê hate spartin.