Li Hewlêrê Serok Barzanî beşdarî di vejandina roja kîmyabaran Helebçe de kir
PDK-S: Serok Barzanî beşdarî di rawestandina bê deng ji bo canê şehîdên kîmyabarana Helebçe de li Hewlêrê kir.
di tuytekê de serok Barzanî got ku wek şanaziyekê ji canê pakrewanan re , wê îro bi bûneya 31mîn salvegera kîmyabarana Helebçe li gel cemawerê kurdistanê beşdarî kir ,û pênc xulan li ser canê pakrewanan rawestiyan .
Her weha hikûmewta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de daxwaz ji hikûmeta Îraqê kir, ku bi erkê xwe yê rewştî di derheqê Helebçe û xelkê wê rabe .
Di sala 1988an de rêjîma Be'sa Îraqî bi serokatiya Sedam Hisên serokê Îraqê yê berê êrîşeke kîmabaran li ser bajarê Helebçe kir, û di encamê de bêhtir ji 5 hezar welatiyên sivîl û di nav wan de jin û zarok hebûn şehîd bûn û bêhtir ji 10 hezar welatiyên kurd rastî nexweşiyên giran hatin .