Xwecehiyên ENKS li Girkê legê û devera Aliyan vexwendink derbarê Newrozê belav kirin
PDK-S: Bi helkefta cejna Newrozê cejna netewî ya kurdî du xwecehiyên ENKSê li Girkê Legê û Çil Axa û devera Aliyan vexwendinek belavkirin .
Li gor daxuyaniyê her du xwecehiyên Girkê Legê û şehîd Nesredîn Birhik li Çil Axa û devera aliyan yên ENKSê daxwaz ji miletê kurd û cemawerên xwe kirin ku beşdariyê di vejandina cejna Newrozê de bikin .
li gorî heman daxuyaniyê Newrozê dê li gundê Alaqosê li devera aliyan roja 21ê Adarê demjimêr dehê sibehê destpê bike û koma Zêwa ya huner û filklora kurdî dê beşdariyê têde bike.