Mihemed Ismaîl: Piştî DA'IŞê çaverêya seqayeke guncaw li R.Kurdistanê tê kirin
PDK-S: Berpirsê birêvebir yê Polîtbîroya Partî Dîmoqratî Kurdistanî- Sûriya Mihemed Ismaîl got : ji PYDê tê xwestin seqayeke guncaw li gel ENKSê û hemî pêkhateyan ji bo beşdaiyê di warên siyasî, rêveberî û leşkerî de bidrust bike , û bi serpriştiyeke Navdewletî da ku rê li pêşiya çareseriya siyasî ya giştî li welat û li gorî biryarên Navdewletî vebe.
Berpirsê birêvebir yê Polîtbîroya Partî Dîmoqratî Kurdistanî- Sûriya û endamê desteya serokatiya ENKSê, Mihemed Ismaîl, di rûpela xwe ya fermî de blavkir, û got ku , piştî dawîya DAIŞê ew çaverêne ku bidawîhatina DAIŞê seqayeke guncaw di navbera hemî pêkhateyan û hêzên siyasî de li kurdistana Sûriyê dirust bike û divê PYDê li siyasetên xwe vegere û bi gavna rabe daku behweriyê ava bike.