Şandeke pile bilind ji Hevpeymaniya Navdewletî serdana mezarê nemiran kir

Şandeke pile bilind ji Hevpeymaniya Navdewletî serdana mezarê nemiran kir


PDK-S: Şandeke Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê serdana mezarê nemiran li Barzan kir û gurzeke gulan wek rêzê li ser danîn.

Duh 27 . 03.2017, şandeke Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li gel Fermandarê Eniya Giwêr û Mexmûrê ya Hêzên Pêşmerge Sîrwan Barzanî, serdana mezarê nemiran kirin.

Nûnerên Amerîka û Almanya û Hengaristan û Îtalya û Fînlanda di wê şandê de bûn û yek bi yek tacên gulan li ser mezarê nemiran danîn.”

Li wir Eqîd Vêndêl bi navê şanda Hevpeymaniya Navdewletî axivî û spasî û destxweşî li wan hemû kesan kir ku xebat kirine û wiha domand: “Em serê rêzê ji bo xebat û qurbanîdana Pêşmerge û wan şehîdan datînin, ku ne tenê ji bo Kurdistanê lê belê ji bo Iraq û hemû cîhanê piştrast kirine ku ew dikarin li dijî DAIŞ û dijminan biser bikevin.”