Zarokek li Hesekê ji ber guleyeke bê serûber jiyana xwe ji dest da
PDK-S: Zarokekî kurd yê bajarê Hesekê rastî guleyeka bê serûber hat û di encamê de jiyana xwe ji dest da .
Zarokê bi navê Aram Kawa Xelef, ku bixwe xelkê taxa Ezîzyê yê bajarê Hesekê yê Rojavay Kurdistanê ye berya demekî rastî guleyekê bê serûber di serê xwe de hatbû û ji bo nexweşxaneyên Qamişlo hatbû veguhestin û ji ber birîna wî ya giran roja Sêşemê di nexweşxaneyeka bajarê Qamişlo de jiyana xwe ji dest da.
Her demek û demekî xelkên bajar û bajarokên Rojavay Kurdistanê rastî guleyan ji aliyê navendên leşkerî ve tên bê ku ew kesên berpris werin dadgehkirin.