Qamişlo .. Welatiyekî ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest da
PDK-S: Ji ber barîna baraneke bihêz û rabûna lehiyê û kombûna avê welatiyekî derdora bajarê Qamişlo jiyana xwe ji dest da .
Li gor çalakvanan ragehandine, ku roja Pênşemê 29. 03. 2019, welatiyê bi navê Rakan Zibûr ji ber rabûna lehiyê li gundê Til Birak yê derdora Qamişlo di goleke avê de jiyana xwe ji dest, û tîmên hawarçûnê piştî wê bi rojekê karîbûn termê wî derxînin .
Rakan Zibûr xelkê gundê Til Sitêh yê ser bi bajarokê Til Birak yê bakurê bajarê Qamişlo ye.