Xwecihiya Rojava ya ENKSê civînek li dar xist

Xwecihiya Rojava ya ENKSê civînek li dar xist

PDK-S: Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, Encûmena xwecihiya Rojava ya ENKSê, civîna xwe li dar xist, tê de li ser rewşa deverê rawestiyan û hin babetên rêxistinî gotûbêj kirin.

Weke her car, civîn bi xuleke bêdeng li ser canê pakrewanên kurd û Kurdistanê, di serî de Barzaniyê nemir, dest pê kir, piştre xişteya kar û çalakiyên civînê ji aliyê serokê xwecihiyê ve hate xwendin.

Di civînê de karê û çalakiyên ENKSê di vejandina helkeft û boneyên meha Adarê de hate nirxandin, herweha ameje bi rewşa deverê hate kirin.

Ji bilî van mijaran, beşdarbûyên civînê li ser rewşa rêxistinî ya xwecihiyê rawestiyan.