Şandeke ENKSê seredana Rêxistina Aşûrî li Qamişlo kir

Şandeke ENKSê seredana Rêxistina Aşûrî li Qamişlo kir


PDK-S: Bi mebesta pêşkêşkirina pîrozbahiyê bi boneya roja Ekîto, şandek ji Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê , seredana Rêxistina Aşûrî li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê kir.

Şanda ENKSê ji her yek ji Mihemed Ismaîl, Nimat Dawûd, û Silêman Oso pêk dihat, û ji aliyê berpirsê Rêxistina Aşûrî Dawûd Dawûd, û endamê Nivîsgeha Cîbicîkar Qiryaqis Kûriyê ve hatin pêşwazîkirin .

Ji bilî pêşkêşkirina pîrozbahiyan bi boneya roja Ekîto de, herdu aliyan hêvî kir ku sala nû bibe sala aştî, û aramiyê li tevahiya Sûriyê, herwiha pêşhate, û guhertinên dawiyê li ser asta Rojavayê Kurdisatnê, û Sûriyê hatin gengeşekirin .