Mesrûr Barzanî ligel Birono Ubêrt rewşa Sûriyê gotubêj kir

Mesrûr Barzanî ligel Birono Ubêrt rewşa Sûriyê gotubêj kir

PDK-S: Rawêjkarê encûmena asayîşa Herêma Kurdistanê li gel balyozê Ferensa li Îraqê û qunsilê giştî yê Ferensa li Hewlêr rewşa navçeyê bi giştî û ya Sûriyê gotûbêj kir .

Roja Sêşemê 02. 04. 2019, Mesrûr Barzanî rawêjkarê encûmena asayîşa Herêma Kurdistanê pêşwazî li Birono Ubêrt balyozê Ferensa li Îraqê , û qunsilê giştî yê Ferensa li Hewlêrê kir , û di civînê de peywendiyên navbera Hewlêr û Bexda de , rewşa navçeyê bi giştî , û rewşa Sûriyê hatine gotûbêjkirin .

Hewreha di civînê de kontrolkirina dawîn baregehên DAIŞê li Sûriya hate gengeşe kirin .