Mesrûr Barzanî tekeziyê li ser gerentiya mafên Kurdên Rojavayê Kurddistanê dike

Mesrûr Barzanî tekeziyê li ser gerentiya mafên Kurdên Rojavayê Kurddistanê dike

PDK-S: Mesrûr Barzanî rawêjkarê encûmena asayîşa Herêma Kurdistanê pêşwazî li cenêral Sêrcon Lorîmer mezinê rawêjkarê wezareta berevaniya Berîtaniya bo Rojhlata Navîn kir .

Di civînê de dawîn pêşhateyên rewşa Sûriyê hatine gotûbêjkirin , û Mesrûr Barzanî tekezî li ser çareserkirina kirîza Sûriyê bi riya diyalogê kir , û got ku pêwîste mafên tevaya pêkhateyan li berçav were girtin û gerentîkirî bin , û bi taybetî mafên gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê .

Gotûbêjkirina jinavbirna rêxistina teroristî ya DAIŞê , çaweniya rêgirîkirinê li hizra tundirew , û qonaxa piştî DAIŞê mijareke dina gotûbêjiyan bû .