Xwecehiya Girkê legê ya ENKSê 4emîn salvegera şehîdbûna pêşmerge Mihmed Reşîd li gundê Gêrê vejand

Xwecehiya Girkê legê ya ENKSê 4emîn salvegera şehîdbûna pêşmerge Mihmed Reşîd li gundê Gêrê vejand

PDK-S: Bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî Malbatên şehîdan û malbata şehîd ,duh Sêşemê 9ê Nîsana 2019 ,Xwecehiya Girkê legê ya ENKSê 4emîn salvegera şehîdbûn a pêşmerge Mihmed Reşîd Ehmed li gundê wî Gêrê yê ser bi Girkê legê ve vejand.

Û gurzên gulan û wêneyên wî li ser gora wî hatin danîn û fatîheya Qur’ana pîroz jî li ser giyanê şehîd hat xwendin.

Di merasîmên vejandinê de Zehra Ehmed endama Emîndariya Giştî ya ENKS ê gotarek pêşkêş kir, tê de behsa rola şehîd Mihmed di şerê dijî teror ê û xebata wî di nava refên Leşkerê Roj de kir.

Ji aliyê xwe ve Nezhan Ehmed gotara malbata şehîd Mihmed Reşîd Ehmed pêşkêş kir û sipasiya hemî beşdaran li set wefadariya wan kir.