Serkirdeyekî PDK-Sê li gel berpirsiyareke Ferensî dawîn pêşhateyê R.Ç.F gotubêjkirin
PDK-S: Endamekî serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistan Sûriya li gel nûnera hikûmeta Ferensa bo doseya Sûriyê civiyan û çendîn mjar û pêşhateyên dawiyê gotûbêjkirin .
Li ser vexwendineke fermî ya Marona Borcan berpirsyariya doseya Sûriyê di hikûmeta Ferensa , Elî Ibrahîm endamê komîteya navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya li bajarê Orfa yê bakûrê Kurdistanê li gel Borcan civiya , û di civînê de rewşa Sûriyê bi giştî , û ya rojhilatê çemê Feratê bi taybetî gotûbêjkirin .
Herweha herdu aliyan tekezî li ser piştevanîkirina rêveberiya ku biryare li rojhlatê çemê Feratê were avakirin kirin , û gotin ku pêwîste mafê tevaya pêkhateyên deverê li ber çav were girtin .