Xebatkar Cemal Silo Elî li Qamişlo koça dawî kir
PDK-S: Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, endamekî Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê koça dawî kir.
Xebatkar Cemal Silo Elî endamê Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê, ku ew bi xwe ji daykbûyê sala 1962 li gundê Qastepan yê bi ser bajarê Dêrkê ve jidaykbûye.
Di ciwaniya xwe de tevlî refên partî bûye, û kar û xebata mezin ji doza kurdî re kiriye.
Piştî rûbrûbûna nexweşiyeke giran koça dawî kir.
Li goristana Wêstgeha kevin li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bixakê hate spartin.