Encûmena Xwecihiya Şehîd Nesredîn Birhik ya ENKS li Çil Axa civiya

Encûmena Xwecihiya Şehîd Nesredîn Birhik ya ENKS li Çil Axa civiya

PDK-S: Encûmena şehîd Nesredîn Birhik Çil Axa – Aliyan ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê civînek lidarxist û têde rewşa siyasî ya Rojavayê Kurdistanî bi taybetî bandora erdhejê û rewşa ziyandîtiyên erdhejê li Erîn û Cindêrsê û hewarçûna Dezgeha Xêrxwazî ya Bazanî ji ziyanpêghiştiyan re , û lidraxistina helkefên meha Adarê gotubêjkirin .

Herweha encûmena şehîd Nesredîn Birhik ya ENKSê wê salvegera koçbarkirina bavê netewa kurd Mela Mustefa Barzanî vejîne û vexwendik di vê derbarê de belav kir û têde raghand ku wê roja Çarşemê demjimêr 11ê sibehê 44mîn salroja koçbarkirina bavê netewa kurd Mela Mustefa Barzanî li nivîsgeha encûmena xwechî li li Çil Axa vejîne.