27 roj li ser revandina Serkirde Hisên Îbiş re derbas bûn
PDK-S: 27 roj li ser revandina Hisên Îbiş endamê komîta navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan – SûriyaPDK-S û serokê encûmana xwechî ya Encûmana Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê li bajarê Efrînê re derbas dibe.
Endamê komîta navendî ya PDK-Sê Hisên Îbiş roja 31.03.2019, ji aliyê çekdaran ve li Efrînê hatbû revandin û heta niha çarenivîsa wî nediyare.
Ji aliyê xwe ve, komîta navendî ya Partiyê girtina Îbiş û hemî girtiyên siyasî li Kurdistana Sûriyê de şermezar kir û daxwaz ji aliyên peywendîdar kir, bi zûtirîn dem heval Hisên Îbiş azad bikin .
li Efrînê rewşên girtin û revandin û dizî û talankirinê ji aliyên girûpên çekdar ve hîn jî berdewame, û tenê qurbanî miletê kurd li herêma Efrînê dide.