Xebatkar Hecî Bîlal çû ber dilovaniya Xwedê

Xebatkar Hecî Bîlal çû ber dilovaniya Xwedê

PDK-S: Roja Duşemê 29ê Nîsana 2019an kesayetiya navdar, xebatkar û endamê Komîta Herêmî di Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya de Hecî Bîlal ku bi Xalo tê naskirin li nexweşxaneyeke Hewlêrê de çû ber dilovaniya Xwedê .

Xalo ji bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê bi mebesta çareseriya tenduristî ji bo nexweşxaneya Şar ya Hewlêrê hate veguhestin lê ji ber nexweşiya xwe çû ber dilovaniya Xwedê .

Hecî Bîlal yek ji kesên bi nav û bang bû di tevgera kurdî de û rastî gelek astengî ji rêjîma Bas hatibû.

Termê xalo ji bo Rojavayê Kurdistanê hate veguhestin biryar e li gundê xwe bi xak were spartin .

Rêxistina Hewlêrê ya PDK-Sê şîna navbûrî li Hewlêrê vekir û merasîm îro ji 5ê êvarê ta 8ê şevê li Nivîsgeha Rêxistinî ya PDK-Sê dê were lidarxistin .