Serkirde Nafih Beyro vekirina baregeha nû ya ARK û Rêbaz pîroz kir

Serkirde Nafih Beyro vekirina baregeha nû ya ARK û Rêbaz pîroz kir

PDK-S: Nafih Beyro, endamê Polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya, peyameke pîrozbahiyê bi helkefta vekirina baregeha nû ya kenala ARK û radiyo Rêbaz belav kir.

Nafih Beyro, berpirsê rêxistina Ewropayê, û endamê Polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya peyama xwe arastey Xalid Elî berpirsê ragihandina Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya li Herêma Kurdistanê kir û got: Bi helkefta vekirina baregeha nû, ez ciwantirîn pîrozbahî ji we re pêşkêş dikim, û di heman demê de destxweşiyê li karmendan dikim.

Nafih Beyro, berpirsê rêxistina Ewropayê û endamê Polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya da zanîn: Bi hêvî ne berdewam serfiraz û serkeftî bin, û her bimîne dezgeha ARK jêderê nûçeyên rasteqîne derbarê kêşeyên miletê kurd bi giştî, û bûyerên Rojavayê Kurdistanê bi şêweykî taybet.