Serok Barzanî: Bila hatina Remezanê bibe cihê xêr û xweşiyê ji bo gelê Kurdistanê
PDK-S: Serok Barzanî bi helkefta hatina meha Remezanê di peyamekê de pîrozbahiyê li Misilmanên Kurdistan û cîhanê dike û dibêje: “Hêvîdar im hatina Remezanê bibe cihê xêr û xweşiyê ji bo gelê Kurdistanê.”
Ev jî naveroka wê peyamê ye:
“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
(Şehr remezan allezî anezil fiye alquran hedîllnas û bînat min alhedî û alfurqan)
- Sadaq allah al azîm-
Bi helkefta hatina meha remezana pîroz, ez germtirîn pîrozbahiyê li hemû misilmanên cîhanê bi giştî û Kurdistan û Iraq bi taybetî dikim.
Hêvîdar im hatina meha pir bereket û dilovanî ya Remezanê bibe cihê xêr û xweşiyê ji bo gelê Kurdistan û Iraq û hemû mirovayetiyê û dawî hatina teror û tundî û belavbûna aştî û pêkvejiyan û bexteweriyê ji bo hemû mirovayetiyê.
Mesûd Barzanî
05.05.2019 zayînî”