BCFê derçûyên xulên zimanê kurdî li Efrînê xelat kirin
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, derçûyên xula fêrbûna zimanê kurdî, xelat kirin.
Nûnerên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî merasîmên derçûna xula asta sêyemîn a fêrbûna zimanê kurdî amade bûn û derçûyên xulê xelat kirin û diyarî dane wan.
Di merasîman de, serokê xwecihiya Efrînê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKSê) Ehmed Hesen amade bû, wêneyên derçûyan li ser rûpela xwe parve kirin.
Hesen, spasiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, mamoste û derçûyên xulê kir.
Piştî erdheja 6ê Sibata 2023yan li Sûriyê, Turkiyê, Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî yekemîn karwanê alîkariyan di 10ê Sibatê de derbasî Efrînê û navçeyên wê kir.