Beşar Emîn: Emerîka naxwaze kirîza Sûriyê bi bijardeya leşkerî çareser bike

Beşar Emîn: Emerîka naxwaze kirîza Sûriyê bi bijardeya leşkerî çareser bike

PDK-S: Piştî ku Cêmis Cêfrî şandiyê Emerîkî yê taybet bo Sûriyê got, ku guhartina Beşar Esed ne di Istratîciyeta Emerîka deye , û Emerîka hikûmeteke nû li Şamê dixwaze , serkirdeyekî kurd got ku siyaseta Emerîka di Sûriyê de pêwîstiya wê bi berdewamiya kirîza Sûriyê heye.
.
Beşar Emîn endamê polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya ragehand, ku Emerîka naxwaze kirîza Sûriyê bi bijardeya leşkerî çareser bike , û Emerîka siyaseta bikaranîna fişara abûrî di çareserkirina kirîza Sûriyê bi kar tîne.

Emîn daxuyakirin, ku siyaseta Emerîka di Sûriyê de bi kartîne heman siyasyete li hember Îranê bi kartîne , û giringiyê dide opozisyona herdu welatan ji riwê siyasî û leşkerî ve , û Emerîka bi xwe ji dûr ve çavdêriya rewşê dike .

Endamê polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya , got ku da ku hevpeyman û pêkhateyên Sûriyê sûdê di pêşerojê de ji siyaseta Emerîka wergirin , Emerîka hewl dide kirîza Sûriyê berdewamiyê pê bide , û bi riya çareseriya siyasî kirîzê çareser bike.

Beşar Emîn tekez kir, ku hîna rola kirîza Sûriyê di kirîzên navçeyên de roleke serekeye , û tevaya welatên ku destêwerdanê di kirîza Sûriyê de dikin , pêwîstiya wan bi çareserkirina kirîza Sûriyê heye da ku bikarbin destêwerdanê di kirîzên welatên navçeyê de bike .

Di dawî de endamê polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya got, ku Emerîka wê di siyaseta xwe de berdewam be , tu guhartinê di istratîciyeta xwede nake , heta ku armancên xwe li Sûriyê û li navçeyê bi ceh bîne .