Sekretêrê PDK-S spasnameyek derbarê şîna xebatkar Ekrem El-Mela belav kir

Sekretêrê PDK-S spasnameyek derbarê şîna xebatkar Ekrem El-Mela belav kir

PDK-S: Sekretêrê Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê, spasnameyek derbarê şîna xebatkar û endamê ofîsa ragehandna navendî ya PDK-Sê Ekrem Elmela belav kir .

Di spasnameyekê de Seûd Elmela Sekretêrê Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya got, ku piştî bi dawî hatina merasîmên şîna endamê desteya rawêjkariyê ya partiya me û endamê ofîsa ragehandina navendî xebatkar Ekrem Elmela em spasiya her kes û aliyê beşdarî di şîna me de bi amadebûnê ji Şamê ta Qamişlo ta Dirbêsiyê yan jî di rêya telîfon û birûsik û malperên cvakî re kirî dikin .

Herweha Sekretêrê PDK-Sê bi wê bûneyê spasiyeke gerim arasteyî hemî nûnerên partiyên siyasî yên dost û hevalên PDK-Sê û nûnerên civakî rewşenbîrî, olî, hoz , jin , ciwan û saziyên civaka sivîl û rêxistinên Mafê Mirovan , kir û hêvî kir êşên wisa bi ser kesî de newin.