Encûmenên xwecihî civînek li dar xist

Encûmenên xwecihî civînek li dar xist

PDK-S: Roja Pêncşemê 04ê Sibata 2021ê, encûmenên xwecihî yên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê, bi amadebûna endamê desteya serokatiya ENKSê civiya.

Bi amadebûna Mihemed Isma'îl endamê desteya serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê, û Mihsin Tahir serokê encûmenên xwechî yên ENKSê, encûmenên xwechî yên ENKSê li bajarê Qamişlo civîna xwe li dar xist.

Di civînê de dawîn pêşveçûn û pêşhateyên Rojavayê Kurdistanê, û karê rêxistinî yên encûmenan, û danûstandinên Kurdî - Kurdî hatine gotûbêjkirin.