Mesrûr Barzanî : Bilind bûna bilez ya hijmara pêketiyên Koronayê cihê dilgiraniyê
PDK-S: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, Bilind bûna bilez ya hijmara pêketiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê de, cihê dilgiraniyê ye, di vê rewşa hesas de daxwaz ji her çar Parêzgarên Kurdistanê dikim ku berpirsiyartiya xwe li hember xelkê bizanin û tevahiya rêkarên nû cîhbicîh bikin.
Herweha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got:" Niha dem ne dema siyaset kirinê ye, kerta tendirustiya me dîsa li berdem cerbandinê deye, metirsiya mirinê li ser jiyana welatiyan zêde bûye, ev pêkeftinên ku di wan demên dawî de di warê rûbirû bûna Koronayê de hatin bidestxistin niha di nava metirsiyê dene".
Kurdistanî li hember xwe û malbetên xwe xwedan berpirsiyartiyên hevbeşin, daxwaz ji we dikim, di nava cîhên giştî û girseyî de masik girê bidin, destên xwe bişon û xwe ji qerebalixî û civînan bidûr bigirin.