Y.E 4 Wezîrên Rêjîma Sûriyê tevlî lîsteya sizayan kir

Y.E 4 Wezîrên Rêjîma Sûriyê tevlî lîsteya sizayan kir

PDK-S: Yekîtiya Ewropayê di sepandina sizayan bi ser beprirs , alîgir , kesayetî û dam û dezgehên bi ser rêjîma Esed de berewame herî dawî tevlîkirina çar wezîrên nû yên bi ser rêjîma Esed de di nava lîsteya sizayên Yekîtiya Ewropayê de .

Encûmena Ewropî di daxuyaniyeke xwe de ragihand, ku Yekîtiya Ewropayê di çarçoveya rewşa Sûriyê biryara sepandina sizayan bi ser çar wezîrên nû yên bi ser rêjîma Esed de da û ew her çar wezîr tevlî lîsteya sizayên xwe kiriye , ewjî evin wezîrê ragihandinê Bitris Helaq , wezîrê bazirganiya navxwe û parastina dahatan Emro Selam , Mihemed Seyfedîn wezîrê karûbarên civakî , û wezêra dewletê Diyala Berkat.

Yekîtiya Ewropayê ta niha bêhtirî 280 kesayetî û berpirsên bi ser rêjîma Esed û 70 rêxistin û dezgeh û kompanî xistiye nava lîsteya sizayan û rê nade wan ku geştê bo welatê Ewropayê bikin û tevaya peryên wan hatin tecmîd û sirkirin .