Mihemed Ismaîl: tekezî li ser ektîvkirina rola Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya li ser hemû astan hate kirin

Mihemed Ismaîl: tekezî li ser ektîvkirina rola Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya li ser hemû astan hate kirin

PDK-S: Komîteya Navendî ya Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê di civîna xwe ya îro Duşemê (15.01.2024), çend mijarên girîng gotûbêj kirin.

Derbarê naveroka civînê de jî Mihemed Ismaîl got: Di civînê de gelek mijarên rêxistinî yên partiyê hatin gotûbêjkirin û çaweniya aktîvkirin rola Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê hate kirin.

Mihemed Ismaîl got jî: Di civînê de behsa pêşhatên dawî yên deverê hate kirin da ku ew pêşhat bikevin di xizmeta doza Kurdî de.

Ismaîl di berdewamiya axaftina xwe de got: “tekezî li ser aktîvkirina hemû ofîs û komîteyên di nava Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Partiya Demuqrata Kurdistan-Sûriya de li ser hemû astan hate kirin.”