Goldirîtş: Emerîka li dijî hebûna Îran li Sûriyê ye
PDK-S: Cîgirê wezîrê derve yê Emerîka dibêje welatê wî li dijî hebûna Îran li Sûriyê ye .
Îsan Goldirîtiş cîgirê alîkarê wezîrê derve yê Emerîka bo karûbarên Rojhelata Xwarê ji rojnameya Şerq Elawset eşkere kir, ku Emerîka hebûna Îran li Sûriyê qebûl nake, û ew li dijî vê hebûn û destwerdanê ne.
Navbûrî diyar kir, ku hebûn û destwerdana Îran di Sûriyê de gefê li Emerîka û Hevpeymaniya Navdewletî û gelê Sûriyê dike , ku hebûna wê bûye sedema nepeydakirina cêgirî û aramiyê li Sûriyê bi giştî û negihiştina çareseriyek siyasî li Sûriyê bi taybetî .
Berpirsiyarê Emerîkî serbar kir jî, ku helwêsta welatê wî derbarî başkirina peywendiyan bi rêjîma Sûriyê re nehatiye guhertin û ew piştevaniya tu hewlekê bo vî armancê nakin , û spandina sizayan bo ser rêjîmî her berdewame û bi tu awayekî nayê rawestandin.