Papa Fransîs êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê şermezar kir û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest
PDK-S: Papa Fransîs di gotara xwe ya heftane ya li Vatîkanê de êrîşa Îranê ya li ser Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê şermezar kir, û daxwaza rawestandina zêdebûna aloziyan li Rojhilata Navîn kir.
Li hember êrîşa mûşekî ya Îranê li ser Hewlêrê, Papa Fransîs hevxemiya xwe ji bo qurbaniyên wê êrîşa ku sivîl armanc kiribû, xwest, û got ku kiryarên bi vî rengî di nav prensîbên têkiliyên baş ên bi cîranan re nînin.
Wî bang li hemû aliyan kir ku xwe ji gavên din ên ku aloziyên Rojhilata Navîn berfirehtir dike û sînaryoyên şer çêdike dûr bixin.
Di daxuyaniya Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê de hat gotin, şeva 15ê Çileya 2024ê demjimêr 23:30ê şeva borî, Pasdarên Îranê çend mûşekên Balistîk ber bi deverên sivîl ên Hewlêrê ve avêtin.