Nêçîrvan Barzanî: Me pilanek ji bo parastina mafê jinan amade kiriye

Nêçîrvan Barzanî: Me pilanek ji bo parastina mafê jinan amade kiriye

PDK-S: Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bi boneya destpêkirina kampîna 16 rojî ya rûbirûbûna tundûtîjiya li dijî jinan, peyamek belav kir û têde tekezî li ser “îradeya siyasî ya Herêma Kurdistanê bo piştgiriya pirsa dadweriya civakî û wekheviya genderî (cinsiyet) li Herêma Kurdistanê kir.”

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje, “ew kempîn ji sala 2007an ve û salane tê ragihandin, ji bo berfirehkirina kar û çalakiyan bi armanca nehêlana tundûtîjiya cinsiyetî û dabînkirina dadweriyê.”

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha diyar dike: “Tevî zehmetiyan, bi taybetî piştî derketina DAIŞê û tawanên wê û cenosayda Êzidiyan ku bûne sedema çêbûna qeyraneke mezin a mirovî, Herêma Kurdistanê kariye bi awayekî dirist û hêja serederiyê li gel rewşê bike.”

Nêçîrvan Barzanî di beşeke din a peyama xwe de dibêje: “Hemû qeyran û şer civakê têk didin, pêngavan paş dixin û dibin sedema tundûtîjiyê, jin hî quraniyên serekî yên vê rewşê ne, lewma di rojeke wiha de û ji bo vê erkê pêwîst û giring, em tekezî li ser berdewamî û hevahengiya serokatiya herêmê li gel desthilata cîbicîkirinê û civaka sivîl û mamostayên olî û ajansên UN û rêxistinên navxweyî û navdewletî dikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê ragihandiye, “Serokatiya Herêma Kurdistanê nerîneke stratejîk a berfireh xêz kiriye, weke nexşerêyek ji bo parastina maf û geşepêdanê û bihêzkirina pêgeha jinê di civakê de, û em bi hevahengiya li gel aliyên têkildarî kar li ser wê dikin.”

Di dawiya peyama xwe de jî Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji civaka Kurdistanê dike, “bi awayekî çalak di kar û çalakiyên 16 rojî yên kempîna rûbirûbûna tundûtîjiya li dijî jinan de beşdar bibin.”