Şandeke PDK-Sê serdana ofîsa Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê kir

Şandeke PDK-Sê serdana ofîsa Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê kir

Şandeke Partiya Demokrata kurdistan -Sûriya û şandeke Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya li ser mîkanîzma dîtina çareseriyan ji bo pêşxistina çanda li Kurdistana Sûriyê gotûbêj kirin.

Îro duşemî 10.hezêrana.2024an, şandeke Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya bi serokatiya Mihemed Ismaîl sekreterê partiyê û bi endamtiya Neşet Zaza berpirsê encûmenên xwecihî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê(ENKS)ê, serdana ofîsa Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê li bajarê Qamişlo ya Rojavayê kurdistanê kir, û ji aliyê Ebdulhekîm Mihemed serokê Yekîtiyê, Ebdalsemed Mehmoud cîgirê serokê yekîtiyê ve hatin pêşwazî kirin.

Di hevdîtinê de, mijarên wêjeyî û mîkanîzma dîtina çareseriyan çandî, û hewldana ji bo bidestxistina daxwazên nivîskarên li Rojavayê kurdistanê, hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya rûbirûbûna êrîşên medyayî û çandî kirin ku armanca wan xirabkirina wêneya rast ya çanda kurdî ye.